Cana min
Canê canê cana min
Dermanke birîna min
Dil û can û cegerda
Tuyî tuyî zîna min
XXXXX
Dê were xatuyna min
Tu yî rewşa vîna min
Bedewa pir nazenîn
Frmo gşke jîna min
XXXXX
Rex û ruy-yên vî dilî
Jmêva jtêhna hilhilî
Lê evro bihara min
Di sîngîda Xemilî
XXXXX
Singê te bax û rezin
Çav kilin jderya mezin
Wekî Şirîn û Ferhad
Em li pey hev di bezîn
XXXXX
Canê nê ez her ezim
Her dê wan lêva gezim
Bejna te ya pir delal
Bşev û roja lê blezim
XXXXX
Sond bi Kurdistana Geş
Bşewitînim rojên heş
Destê xuwe bde destê min
Sirîn dêm geşa keleş
XXXXX
06.01-1986 – Sêmêl
Bengîn Sulivani